Pirsgirêka avê ya Karamoja Margaret çareser kir

09:04

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Jina bi navê Margaret Lotee bi salan e li herêma Karamoja ya Bakurêrojhilatê Ugandayê tamîrata bîra sondajê dike ava paqij bir ji 8 hezar mirovî re û got ew ji karê ku dike gelek kêfxweşe û got wê nêzîkatya civakê ya li dijî jinê şikandiye.

Li herêma Karamoja ya Bakurêrojhilatê Ugandayê heta dema nêz hişkesalî hebû û di navbera eşîr û leşkeran de şer hebû. Pirsgirêka avê ya bi salane tê jiyîn jina bi navê Margaret Lotee tevî temenê xwe yê mezin çareser kir.Margaret bîrên herêmê tamîr kir û ji bo 8 hezar kesên li 10 gundan dijîn av derxist. Margaret di heman demê de ji bo tamîrata bîran jî perwerdê dide. Li gorî nûçeya Metro.co.uk, Margaret wiha dibêje :

“Berê dema li gundan bîrek xera bibûna destpêkê mêr diçûn alîkariyê. Lê niha her tişt guherî.”

Dihat îdia kirin berê mirovên li herêmê dijiyan li şûna ku ava bîran vexwin ava çem tercîh dikirin û sedema vê jî ji boriyên bîrê nexweşî çêdibûne. Margaret bi xebata ku meşand nêrîna gel guhert.

'Di civaka me de statuya jinê guherî’

Margaret ku her ku bîr xera dibûn ji bo alav û parçeyan berhev bikin bi saetan dimeşiyan û dema ev kar dikir jî nêzîkatiyên civakî yên li hemberî jinê têk dibirin. Margaret wiha got: “Di civaka me de statuya jinê guherî. Niha gundî li dijî me rêzdarin. Mêr li me dinêrin û dibînin ku nirxên me yên hevpar hene. Di çanda Karamoja de mêr jinan wekê ku nekare ti tiştekî bike dibîne. Di civînan de nedihiştin jin biaxivin, runin. Lê niha her kes beşdar dibe. Em bi hev re nîqaş dikin. em di van civînan de şîdeta li ser jinê diaxivin.”

Margaretê got ew ji ber karê xwe serbilinde û got wê zarokên wê, wê wek xebatkareke tamîratê bibîr bînin.

(gd/hu)