Li Nepalê zarokên keç dikin qurbana kevneşopiya Kumarî

09:11

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Xwedavenda Hîndu û Budîstan ya dijî Kumarî ji zarokên keç yên temenê wan di navbera 2-5’an de diguhere tên hilbijartin. Zarokên keç ên piştî reglî dibin pîroziya xwe winda dikin, jiyana zehmet piştî wê destpêdike. Zarokên keç ên temenê xwe di nav xizanî û tenêbûnê de diborînin, jiyan ji bo wan vedughere ezmûnek yê jiyanê.

Nepal welatekî biçûk yê navbera Çîn û Hîndîstanê de ye. Ola Budîzm, Hînduîzm û ola herêmî ya Hîmalaya hema hema li her derê jiyanê serdetse. Kumarî xwedavenda manewiyata tevlihev û dewlemend a Nepalê ye. Xwedavenda ku bi sedsalane paytexta welat Kathmandu diparêze ye. Kumarî li Nepalê wek îlah bê rumetkirin.

Pîroziya wan heta reglê ye!

Tê bawerkirin ku Kumarî xwe di bedena zarokek keç de ji nûve nîşan dide. Ji xanedaniya Malla heta niha li welat sê bajar Kumariyên xwe hildibijêrin. Zaroka keç ya di bin gelek testan de derbas dibe, heta regl bibe wek xwedavend dimîne û di xaniyê du kat yê darîn ya li Katmanduyê salê tenê carekê dertê derve. Bi hezaran Hîndu û gelek turîst her roj li dora xanî ji bo Kumariyê di şaneşînê de silav bikin dipên.

'Keça min du sale xwedavenda Kumariye’

Di dema monarşiyê de Kumarî ji aliyê keybanuyan ve dihatin hilbijartin. Lê niha Kumarî ji aliyê rahîbên herî mezin ve tên hilbijartin. Zarokên keç beriya bên hilbijartin di odeyek tarî de tên hiştin û merasîmên olî tên kirin. Yek ji van Kumariyan keça Ramesh Bajracharya ya 5 salî dibe xwedavenda Kumarî. Ramesh got keça wî ev du sale xwedavenda Kumariye.

'Pir ji çîrokên xwedavendan hez dike’

Xwişka Kumaliyê Bîpsa Bajracharya got ew alîkariyê dide xwişka xwe û got: “Ez ji dersên wê re dibim alîkar. Dema di hundir de be nekare bi kesî re biaxive. Ji bo bi kesên din re têkiliyê deyne ez ji wê re dibim alîkar. Ji pênûsên çavan û ji kulîlkan pir hez dike. Ji çîrokên xwedavendan hez dike.”


'Wek tê dîtin ne kêfxweşin’

Rojnameger Gokhan Karakaş di 2013’an de têkildarî mijarê de raportajek bi Sefîra Nepalê Prof Dr. Gunselî Malkoç re kir û wiha got: “Ji bo keça wan bibe Kumarî bi sedan malbatên Budîst tên perestgehan. Piştî ku keç tên hilbijartin fêrî wan tê kirin ku ew xwedavendin.Lingê wan qet nagihêje erdê. Salê du caran li ser milan li mîhracanan tên gerandin. Piştî regl dibin pîroziya wan diçe. Wek mirovek ji rêzê tevli civakê dibin. Tê gotin ku bi mêrên bizewicin re jî ji ber temenê wan kurte kes bi wan re nazewicin.Ew jî dema xwe ya Kumarî venabêjin. Ji 13-14 saliya xwe şûnde bi nasnameyek cuda dest bi jiyanek cuda dikin. Kumarî di nava tenêtî û xizaniyê de dimirin.”

(gd/hu)