Li Brezîlyayê ji bo jinan qanûn heye lê pêkanîn tine!

09:10

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN –Li Brezîlayay ku şîdet û komkujiya jinan zêde tê jiyîn tevî ku qanûn hene jî polîs jî dadgeh jî peywira xwe naynin cih. Ana Claudîa Mendes ku di xebatên têkoşîna şîdeta li hemberî jinê de cih digire diyar kir ku ji ber cezayên di cih de nayên dayîn kuştinên jinan zêde bûne.

Li Brezîlya û gelek welatên herêmê tevî ku qanûnên li dij şîdeta li ser jinê hene jî nakevin jiyanê. Li Brezîlyayê di du saetan carê de jinek tê qetilkirin û di 15 saniyeyê carê de jinek rastî êrîşê tê. www.npr.org, cih da lêkolîna Mala Şopandinê ya Şîdetê ya Ji Bo Meclîsa Welat a Mafê Mirovan weşnad û li gorî lêkolînê li Ewropayê di 4s alan de şîdeta li ser jinê ji sedî 39 zêde bûye û ji 2014’an heta niha 120 jin hatine qetilkirin.

Alexsandra Moreîra jî rastî şîdeta mêr hatibû û hatibû qetikirin. Alexsandra 18 salan rastî şîdeta hevjînê xwe hatibû û şîdet ragîhandibû polîs. Li ser vê Alexsandra li stargehê hatibû bicih kirin. Lê li vir jî xetere bi dawî nabe. Stargehê ji bo hevjînê Alexsandrayê biryara duxistinê derxist lê dadgehê ev daxwaza Stargehê red kir. Li ser vê Stargeh dibêje bila Alexsandra cih biguhere. Alexsandra li ser vê bi malbata xwe re dijî. Li gorî gotinên cîranan Alexsandara û malbatê pir caran alîkarî ji polîs xwestiye lê tiştek nehatiye kirin. Di Qanûna 2015’an de Alexsandra ya 32 salî rastî êrîşa hevjînê xwe hat û hat qetilkirin.

Xwişka Alexsandrayê Sîlva got mêr xwe xwediyê jinan dibînin û got ger polîs û dadgehê tedbîr bigirta wê xwişka min nemiriba.

(gd/hu)