Li Almanya ji bo jinên penaber gera havînê

12:10

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi pêşangiya Komeleya Women în Exil Friends ji bo jinên penaber dê di 15’ê bajarên Almanya yê gera havînê pêkbê. Dê ger 3 heftiya berdewam bike û wê jin li hemû aliyê Almanya bên gerandin. Wê jinên penaber di gera xwe de bi dengek bilind daxweza mafên xwe bikin.

Bi pêşengiya Koma Women în Exil & Friends, ji bo jinên penebar ên ku ji bajarên cuda hatine dê bi gera otobûsê bal bikşînin ser mafên xwe. Wê Jinên penaber ji bajarê Magdeburga Almanya yê wê bikêvin rê û dê meşa wan di 14'ê Tebaxê de li bajarê Berlînê bi dawî bibe. Wê di gera ku bê kirin qampên penaberan bên ziyaret kirin. Jin wê li qampan bi hevalên xwe re xebatek hevpar pêk bînin.

Women în Exil çiyek?

Women în Exil di sala 2002’an de bi armanca maf û daxwazên jinên penaber li bajarê Brandenbûrg hat avakirin. Di sala 2011’an de jinên ku ne penaber jî tevlî xebatan bûn û di hemû avakariyan de bi navê Women în Exil & Frinends hat nasîn. Ev komeleyê jinan li Almanyayê bû xwedî statû. Bi tecrûbeyên xwe gelek jinên di bin banê komeleyê de xwe bi rêxistin kir. Jinên ku di qampan de dijîn, ji bo şert û mercên jiyanê bi ewletir bibe xebat didin meşandin. Komên femînistan yê antî- faşîst bi jinan re perspektîfên li hember şîddetê, newekhevbûnê amedêkariya çalakiya dikin.

(dt/rc)