Peresgeha herî mezin a Êzidiyan li Ermenîstanê tê çêkirin

09:09

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Perestgeha herî mezin a Êzidiyan li gundekî biçûk yê Ermenîstanê tê çêkirin. Perestgeh wek sembola zila kevneşopiya olan hatiye amadekirin.

Li gundê Aknalick a 35 kîlometreyî jî Erîvana Ermenîstanê dure, perestgeha herî mezin a Êzidiyan tê çêkirin. Li gorî nûçeya The Guardînê wê perestgeh ji 7 kubeyên ku sîwaneya wan bi roja zêrîn hatiye tacîdarkirin, wê bê avakirin. Perestgeh wê bilindahiya wê 25 metre be û cihê îbadetê jî wê ji granîta Ermenî û mermerê Îranê bê çêkirin. Di perestgehê de her wiha wê salonek konfernas û semînerê hebe, wê muzeyek bê çêkirin.

Tê plantkirin ku wê perestgeh sala pêş temam bibe û navê wê jî wê Quba Mere Dîwane be.

Ji civaka Êzidiyan a Îngîlîtsanê Ahmed Burjus got: “Ev perestgeh ji bo me pir girînge. Ji ber ku civaka me bi tinebûnê re rû bir û ye. Civaka me bi zorê li her derê cîhanê hat belavkirin. Ji bo zarokên me çand û nasnameya xwe nas bikin hewcedarî bi perestgehan heye.

Li gorî baweriya Êzdiyan perestgeha ku nû tê çêkirin tê payîn ku ji aliyê kesên ji ola Êzidî carekê be jî bê ziyaret kirin û lê nayê payîn ku ev perestgeh bikeve pêşiya perestgeha pîroz Laleşê ya li bajarê Musula Iraqê.

(gd/hu)