Li Arjatînê bi hezaran jin çalakiya mijandinê pêk anîn

15:45

JINHA

BUENOS AIRES- Di heftiya borî de jinek ku zaroka xwe li parkê dimijand rastî hişyar kirina polîsan hatibû û polîsan ew derxistibûn dervî parkê. Li hember vê jinan jî bi çalakiyê mijandinê ew bûyer şermezar kirin.

Di rojên derbasbûyî de li bajarê San Isîdro ya paytexta Buenos Aires ya Arjantînê, jinek gava ku zaroka xwe li parkê dimijand rastî mudaxeleyê polîsan hatibû û ew derxistibûn dervî parkê. Li hember bûyerê ku pêk hatî bi hezaran jin li ser tora civakê xwe bi rêxistin kirin û bi dirûşmên "Ji astengiya re na", "Mijandina zarokan ji nîqaşan re ne vekiriye", "Pêsîra min biryarê mine fikrê te min eleqarnakê' li hemû bajarên Arjantînê hatin gel hev û çalakiyê zarok mijandinê pêk anîn.

Parlementer Victoria Donda ku sala borî li parlementoyê zaroka xwe mijandiye û bûbû bûyera nîqaşan tevî keça xwe ya du salî piştgirî da çalakiya bi navê 'tetazo' an mijandinê.

(dt/rc)