Doz li leşkerên berî 32 salî sucê êrîşa zayêndî kirine hat vekirin

13:15

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li navenda Peruyê berî niha 30 salî ji bo şerê hundir bi hezaran mirov hatin qatilkirin û bi hezaran jin rastî êrîşa zayêndî hatin. Li gorî lekolîna parezvanên mirovan di derbarê 15 personelên leşkerên kevin de ji bo sucê êrîşa zayêndî doz hat vekirin.

Li Peruyê 20 sal berê di navbera dîktatoriya Alberto û berxwederên Adinlik Yolu û leşkeran di sala 1984- 1995’an de şer derketibû. Di şer de bi hezaran jin ji aliyê leşkeran ve rastî êrîşa zayêndî hatin û bi hezaran mirov hatin qatilkirin. Li gorî nûçeyên Telesurtv.net di lekolîna parêzvanên mirovan de derket hole 32 sal berê ji ber şerê hundir li bajarokên Manta û Vilda ji 5 hezar zêdetir jin rastî êrîşa zayêndî hatine. Piştî derket leşkeran sucê êrîşa zayendî kirine di derbarê wan de doz hat vekirin û ji bo leşkeran di navbera 8 û 20 sal cezayê girtîgihê hat xwestin. Jinên ku rastî êrîşa zayendî hatin diyar kirin ku bêdengiya wan heya niha ji bo ku tirsiyane dengê xwe nekirin e.

'Bila darizandin bi şeklekî şeffaf bê kirin’

Li gorî Komisyona Lihevhatin ya Peruyê di navbera şerê hikumet û Aydinlik Yol ê û komên îsyanê Maolîsta ku şerê çektarî hat dayîn de heya niha 4 hezar gor hatine dîtin. Li gel van jî bi hezaran jin rastî êrîşa zayêndî hatine, bi teybetî ev êrîş li jinê xwecihî hatine kirin. Di salên 1995 û 200’an de piranî 270 hezar jinê xwecihî bi zarê hatin qisirkirin. Parazvanên mafê mirovan yên Peruyê bankirin ku bila darizandin bi şêklekî şeffaf bê kirin.

(dt/zt)