Fransa 3 roj şîn îlan kir

13:48

JINHA

NÎCE - Piştî komkujiya li Nice, ku herî kêm 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Fransayê ji bo 3 rojan şîna neteweyî hat îlankirin. Li gorî agahiyan, êrîşkarê 31 salî yê Tûnisî, beriya niha hatibû girtin.

Serokwezîr Manûel Valls, ragihand ku ji ber komkujiyê di 16, 17 û 18'ê Tîrmehê de şîna neteweyî hatiye îlankirin. Manûel diyar kir, ji îro û pê ve wê alên li ber hemû saziyên fermî û bîrdariyan dakevin nîvî. Manûel got, "Li hemberî me şerekî terorîzmê heye' anî ziman, êrîş li hemberî yekîtiya neteweyî ya welêt hatiye kirin, lewma ew ê jî bi rengekî 'blok' li dijî êrîşan derkevin û got, "Bersiva herî mezin, Fransaya hevgirtî ye."

Serokwezîr, der barê biryara dirêjkirina dema rewşa awarte de diyar kir, biryar wê roja Sêşemê li Desteya Wezîran bê nirxandin, dûre di 20 û 21'ê Tîrmehê de li Meclîsa Nûneran û Senatoyê were nirxandin.

Di vê navberê de, li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyê êrîşkar di meha Adarê de ji ber sûcê şîdetê hatibû cezakirin. Lêgerîna polîsan a li mala êrîşkarê hat kuştin, ji danê sibehê ve dewam dike.

(zt)