Jinên li Hindîstanê çayê komdikin xwe rêxistin dikin

09:45

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Hindîstanê yên çayê komdikin li hember dahata kêm û seatê xebitandinê Koleftîfa jinan avakirin. Jinan gotin: "Em ne kolene, pêwistiya me bi jiyaneke bi rûmet heye" û jinan diyar kir ku dê ji bo mafê xwe rêxistiniya xwe dewam bikin.

Li gorî nûçeya Npr.org karkerên li endustriya çayê ya Hindîstanê çayê kom dikin hemû jinin û li gorî herêma Kerbelayê bi dahata kêm dixabitin. Jinê ku li şîrketa Kanan Devan Hills Plantions di nava şertên zehmet de dixebitin û di salê de 50 mîlyon çayê di hilberînin. Ji ber dahata wan kêm e û şertên karê wan zehmete jinan Kolettîfa xwe avakirin.

'Em bi pereyê kêm dixebitin'

Ji jinên di heftiyê de şeş roj baran û tavik di xebitî J. Rajeshwari (45) diyar kir ku ew 19 sale di komkirina çayê de dixebite û wiha got: "Me di rojê de kêmî 3 dolar qezenç dikir û em bi pereyekî kêm dixebitîn. Me bi van pereyan nekarîbû zarokên xwe û xwe xwedîkin. Îmkanê me yê ku em zarokên xwe di îmkanên xweş de mezin bikin tunebûn. Ji bo wê jî li hember zehmetiyan me biryara Kolektîfa jinan dan."

'Em ne kolene'

Seroka komê Liss Sunny (48) jî destnîşan kir ku ew ji sibihê heya êvarî dibin germê de dixebitîn. Liss anî ziman ku di miha îlonê de meaşên wan nivî hat birîn û wiha berdewam kir: "Em ne kolene, pêwistiya me bi jiyaneke bi rûmet heye. Ya li min herî wek haqaret hatî kirin ku min di navbera herdu zarokên xwe de biyar da dê kîjan dibistan bixwînebû. Şansê her du zarokên min nebû dibistan bixwenda. Ji bo van şert û mercên giran me biryara avakirina Kolektîfa Jinan da."

Jinên ku ne giredayî tu sendîqane caran dikevin çalakiya gireva birçîbûnê. Jinan gotin ku ewê di demên pêş de ji peywirdarên dewletê daxwaza meaşên wan bibin 4 dolar bikin. Jina dolarêk zam sitand. Jina ev rewş wiha vegotin: " Ev zam ne zêdeye lê gavek mezine."

(dt/zt)