Li du welatan jin çîrokên îstîsmara zayendî vedibêjin

09:50

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN-Rojnamegera Ukraynayî Nastya Melnychenko, ji zarokatiya xwe hata niha îstîsmarên zayendî yên jiyabû li ser çapemeniya civakî parve kir û li ser vê yekê bi sedan jinên Rûs û Ukraynayê, bûyerên îstîsmara zayendî û şîdetê vegotin.

Hefteya borî rojnamegera Ukraynayê Nastya Melnychenko, ji zarokatiya xwe heta niha îstîsmara zayendî ya jiyabû di çapemeniya civakî de parve kir. Li gorî nûçeya The Guardîan, piştî parvekirinê bi sedan jinên Rûs û Ukraynayê bûyerê îstîsmar û şîdetê yên hatine serê wan di çapemeniya civakî de parve kirine. Nastya diyar kir ku ew ji 6 saliya xwe de rastî êrîşa zayendî û şîdetê hatiye hiştin û ev gotin li ser #Iamnotscaredtospeak hashtagı parve kir: “He hewceye em lêborînê bixwazin. Yên sûcdar ne emin. Yên ev şîdet li me kirine sûcdarin. Ez ji axaftinê natirsim. Ez xwe sûcdar hîs nakim.”


Di demeke kurt de bi sedan kesî li parvekirina Nastyayê şîrove kir û parvekirin. Di şîroveyan de ya herî zêde bal kişand, wan jî bûyerên hatibûn serê wan vegotin. Hat dîtin ku Nastyayê cesaret daye gelek jinan û di piraniya şîroveyan de êrîşa zayendî ya hatiye serê wan cara yekem vegotin.

(gd/hu)