Li Ganayê jin zayenperestiya komên pîşeyî dişikîne

09:33

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Ganayê jinan berê xwe dan komên pîşeyî yên zayendperest û rolên zayenda civakî dişikînin.

Li Ganayê jinan berê xwe da komên pîşeyî yên zayendperest û rolên zayenda civakî dikişînin. Li gorî nûçeya Buzzyghana.com Esenam Nyador tenê yek ji van jinane. Esenam li paytexta Accra ya Ganayê li dijî komên pîşeyî yên zayendperest ajokariya teqsiyê dike. Esenam ya 38 salî di heman demê de li Zanîngeha Ganayê xwendekare. Esenam diyar dike ku dema wesayît dajot hînê van nêrînan bûye û xwe wek ‘Teqsî jin’ (Mîss Taxî) bi nav dike.

Esenam destpêkirina pîşeya xwe wiha vegot: “Min xwest ez bixebitim. Lê min serî li cihekî neda û min nexwest ez bi hêvî bisekinim. Min biryar da ku ez tiştekî bikim. Li Ganayê karekî ji bo jinan ne normal yanî ajokarî min tercîh kir.”

Esenam da zanîn ku dema nû dest bi vî karîkiriye şîrketa krediyê û yekitiya teqsiyê qebûl nekiriye û got: “Ji ber ez jin bûn, ne bawer bûn ku ez vî karî bikim.”
Niha gelek muşteriyên jin yên Esenamê hene. Ji bo karê xwe pêş bixe serî li rêyên afrîner dide. Her wiha wek mêran bi muşteriyên xwe re nakeve bazarê û li şûna vê bûhayek sabît diyar dike.

(gd/hu)