Jinên li Hîndîstanê dixebitin bi êrîşa zayendî re rû bi rû ne

11:32

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hîndîstana ku marqeyên herî navdar yên cîhanê tên hilberandin, 45 mîlyon karker bêyî qeyd dixebitin û ji vê hejmarê ji 4’an 3 jinin. Parêzvanên mafên jinan têkildarî jinên di fabrîkayên konfeksiyonê de dixebitin de raporek amade kirin û got ji 7 jinan yek rastî êrîşa zayendî tê û bang li hikûmetê hat kirin ku mufettîşên fabrîkayan bên zêdekirin.

Li gorî nûçeya Deccanchronicle.com parêzvanên mafên jinan, têkildarî jinên di fabrîkaya konfeksyonê ya bajarê Bengalura başûrê Hîndîstanê dixebitin de raporek amade kirine. Li gorî raporê ji 7 jinên li konfeksiyonê dixibitin yek bi êrîşa zayendî re rû bir rû ye. Li bajarê Bengalurê nêzî hezar û 200 konfeksiyonî marqeyên navdar hildiberînin û jin têde dixebitin. Ji sedî 60 jinan rastî şîdetê tên.Midûra Sîsters for Changa ya navenda wê li Îngîlîstanê ye Alîson Gordon têkildarî raporê de axivî û got: “Di encama lêkolîna me kir de rêjeya îstîsmara zayendî em şok kirin. Kontrolkerên van fabrîkayan berpirsên vî sûcî ne. Li dijî qanûna heyî tirsa ti kesî tine.”

‘Di rewşên êrîşên zayendî de kes gilî nake’

Alîsonê bi lêv kir ku tê texmîn kirin ku li Hîndîstanê li sanayiyên tekstîlan ku 40 mîlyar dolar hatina wan heye, 45 mîlyon kes bêyî qeyd dixebitin. Alîson wiha got: “Ji van ji 4’an 3 heb ji jinan pêk tê. Ji ber ku beyî qeyd dixebitin di alî qanûnî de ne xwedî ti mafîne û di rewşên êrîşên zayendî û şîdetê de gilî nakin. Tê texmîn kirin ku li derdora Bengalurê 500 hezar karker dixebitin. Ji sedî 80’yê kesên beşdarî lêkolînê bûne diyar kirin ku sûcên tên kirin rayedar pê agahdar nabin û sedema vê jî eve ku ne polîs û nejî rêveberên kargeriyê nakevin nava tevgerê.”

Alîsonê da zanîn ku qanûnên heyî pêk nayên û bang kir ku divê qanûn pêk bên û mufettîşên fabrîkayên bên zêdekirin.

(hu)