Yekîtiya Jinên Civakparêz Ivana û Sevda bibir anî

13:33

JINHA

BELÇÎKA - Li Brûkselê Yekîtiya Jinên Civakparêz (SKB) Seyrana Havînê diyariya şervana enternasyonalist ku aslê xwe ji Afrîkayê Ivana Haffaman a ku di encama şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji destda, kir. Dîsa jinan di heman bernameyê de şervana MLKP'ê Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) ku di pengava azad kirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da bibîr anîn.

Li Brukselê 1. Yekîtiya Jinên Civakparêz (SKB) bernameya Seyrana Havînê ku li darxist diyariyê şervana enternasyonalist ku aslê xwe ji Afrikayê Ivana Haffaman a ku di encama şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji destda, kir. Jinên ku di bernameya seyrana SKB'ê de li hev kom bûn şervana MLKP'ê Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) ya ku di pêngava azad kirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da jî bibîr anî.

Di bernameya seyranê de derbarê dîrok û têkoşîna SKB'ê û li ser modela xweseriyê axaftin hat kirin . Jinan di seyranê de piştgiriyê dan kampanyaya ku Federasyona Komeleya Ciwanên Civakparêz (SGDF) ji bo kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane hatibû dest pêkirin îmze berhev kirin.
Bernameya seyranê piştî gerandina govend û stranan bi dawî bû.

(ho/rc)