Mambayên Reş li hember nêçîrê têdikoşin

11:43

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîneyên xweser ên bêçek Mambayên Reş li hember nêçîrvaniyê di serî de li Gergedana Başûrê Afrîqa û tevahî herêmên din di nava têkoşînê de ne. Mambayên Reş armanc dikin ku sedî sed dawî li çanda nêçîrvaniyê bînin.

Mambayên Reş di sala 2013'an de wek yekîneyek xweser xwe bi rêxistin kir û li Başûrê Afrîqayê hember nêçîrvaniyên dervî zagonê ên di nava xwezayê de tên kirin têdikoşin. Jinên ku li Gergedanê bi têkoşîna xwe li hember nêçîrvaniyê tên nasîn, ji bo parastina şêr û fîl hwd zindiyên din şer dikin. Jinan parastina zindiyên ku nifşê wan kêmbûye dikin. Hat zanîn ku di encamê têkoşînê de ji sedî 76 nêçîrvanî kêm bûye.

Endama yekîneya Mambayên Reş Siphiwe Sithole The Guardian wiha got, "Mambayên Reş li hember nêçîrvaniya dervî zagonê têkoşîn bi ser xistin. Em bêçek û bê gule têdikoşin."

Jinan diyar kirin ku di cîhanê de 40 salên dawiyê de gelek sewalên kovî ji sedî 52 kêm bûne û gotin ew ê ji bo parastina sewalên kovî berdewam bikin. Mambayên Reş armanc dikin ku sedî sed dawî li çanda nêçîrvaniyê bînin.

(rc)