34 penaber mirî hatin dîtin

13:13

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Nîjeryayê diyar kir ku 20 jê zarok 34 penaber li nêzî sînorê Cezayîrê li Çola Sahrayê bi awayekî mirî hatine dîtin.

Di çend mehên dawî de bi hezaran penaber dema dixwestin ji Rojhilata Navîn biçin hin welatên Ewropayê, di deryayê de xeniqîn. Herî dawî Hikûmeta Nîjeryayê diyar kir ku 20 jê zarok 34 penaber li nêzî sînorê Cezayîrê li Çola Sahrayê bi awayekî mirî hatine dîtin. Li gorî daxuyaniya hikûmetê, penaber li bajarokê çolê yê Assamakkayê hatine dîtin.

Li gorî nûçeya BBC'yê ku sparte Wezîrê Navxweyî yê Nîjeryayê Bazoum Muhammed û ragihand ku dibe qaçaxçiyan ew terikandibin û ji ber bêaviyê penaberan jiyana xwe ji dest dabe. Afrîkaya Sehraya Jêre Nîjerya û dewletên Ewropa di nava derbasgehên berbiçav de ne.

Wezîrê Navxweyî yê Nîjaryayê Bazoum Muhammed di berdewa daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava penaberên ku hatine dîtin de 9 jê jin, 5 jê mêr û 20 jî zarokên, di navbera 6-12'ê Hezîranê de ji bêavî jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku ji qurbaniyan 2 jê Nîjerî ne, lê netewa kesên din nehatin naskirin. Li gorî daneyên Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî sala borî 120 hezar penaber ji herêma Kuraz Agadetza Nîjeryayê derbas bûn.

Di van salên dawî de bi hezaran koçberên qaçax bi ser rêya Malî û Nîjeryayê derbasî Cezayîrê dibin. Piştî ku li Libyayê kaos derket qaçaxçî xwe ji wir dûr digrin.

(rc)