Elmanya êdî pir cewaciyê napejirîne

17:00

JINHA

BERLİN - Hikûmeta Elmanya, êdî pirzewaciyê napejirîne.

Wezîrê Edaletê Heîko Maas ê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ji rojnameya Bîld re axivî û diyar kir, bi guhertina bê kirin re wê êdî pir zewacî li Elmanyayê neyê qebûlkirin û got, "Kesên hatine welatê me, nikarin kokên çanda xwe yan jî baweriyên xwe yên olî li ser qanûnên me ferz bike." Haîko destnîşan kir, ku pir zewacî wê êdî li Elmanyayê neyê naskirin. Heîko da zanîn, divê qanûn ji bo her kesî weke hev be û anî ziman, ne girîng e di vî warî de mirovek li Elmanyayê ji dayik bû be, yan jî piştre hatibe Elmanyayê.

(zt)