Li Îranê jin ji jiyana xebatê tên durxistin

09:11

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Nasrîn Afzalî diyar kir armanca esas ya pêşnûme qanûna ‘di rewşên taybet de ji bo jinan saetên xebatê bên kêmkirim’ ya ji aliyê Meclîsa Îranê ve hatiye amadekirin, eve ku jinan ji jiyana xebatê dur bixînin û got bi vê qanûnê re kar dîtina jinan zehmet dibe.

Li Îranê di 10’ê Gulanê ji bo saetên xebatê yên jinan kêm bibe pêşnûme qanûnek hat amadekirin. Ger ev pêşnûme qanûn ji aliyê Konseya Parastina Muhafazakar ve bê erêkirin, di saetên 4,3 mîlyon jinî de bi awayekî ferzkirî kêmkirin wê çêbe. Li gorî nûçeya Iranhumanrights.comê parêzvanên mafê jinan diyar dikin ku ev pêşnûme qanûn, cesaretê dide karsazan ku jinan bike bin zextê û her wiha di alî kar dîtina jinan de jî zehmetî çêdibin.

‘Bi qanûnê re wê karsaz jinan negirin kar’

Di çarçoveya vê pêşnûmeyê de hefta 6 saetên xebata jinan wê bên kêmkirin. Lêkolînera xebatên jinan Nasrîn Afzalî têkildarî vê pênûme qanûna nû de wiha got: “Kêmkirina saetên xebatên jinan wê zirarê bide ewlehiya kar. Jinên niha dixebitin wê erênî li vê qanûnê binêrin. Lê karsaz wê jinên bixwazim bikevin kar, negirin.”

‘Armanc eve ku bedena jinê di bin kontrolê de bigirin’

Nasrî got di hilbijartinên sibata 2016’an de 18 jin nû ketine meclîsê û got: “Gelo jinên ketine meclîsê wê bikaribin qanûnên newekhev biguherin? Hejmara zêde a jinan wê bi bandor be. Armanca qanûnên Îranê yên newekhev eve ku bedena jinê bike bin kontrola xwe. Îro ji her demê zêdetir jinê dike bin kontrola xwe. Li Îranê jin li her qadê xwe pêş dixînin. Ev jî nayê hesabê dewletê. Dikarin kurtaj bibin. Hejmara zarokan her roj kêmtir dibe. Jin dikarin bixwînin. Ji ber vê dewlet dixwaze jinan bike bin kontrola xwe.”

(hu)