Xela Tanya Motokros şampiyoniye

09:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYN - Tanya Muzîndan ya salî ku li bajarê Zînbabve ya Arîkayê motokrose, hede dike ku di şampiyoniya jinan a Cîhanê ya Ewropayê de rekorê bişikîne.

Motokrosa 11 salî Tanya Muzînda ku li bajarê Zîmbabve ya cemsera Afrîkayê dijî, yek ji çend motokrosên jine. Tanya ku xeyala wê heye ji bo hemû zarokên keç yên cîhanê got: “Spora ku hun dixwazin bikin. Ev spor sporek serdest ya mêr be jî… divê hun bawer bikin ku tenê astengî esmane.”

‘Ez dixwazim bibim şampiyon’

Tanya da zanîn ku ew ji ajotina Motokrosê gelek hez dike û wiha berdewam kir: “Ji ber ku bi saya vê ez dikarim biçim her cihê. Motokrosên mêr, wekê ez mêrim l imin dinêrin. Ev rewş min gelek nerehet dike. Ez jî wek zarokek keç dixwazim wan têk bibim. Bavê min ji bo ku min re motokrosekê bikire motosîkleta xwe firot. Ez wek atletek motokros dixwazim li rekorê bişikînim û bibim şampiyon.”

Tanya di meha kanûna bûhrî de ji aliyê Xelatê Spora Neteweyî ya Salane a Zîmbabveyê sporîsta ciwan hat hilbijratin. Tanya îsal berê xwe dide Ewropayê.

(hu)