Li Afrîkayê bi mîlyonan jin û zarokên keç ên avê dikişînin di xetereyê de ne!

09:01

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî lêkolîneke ku hatiye kirin, ji cemsera Afrîkayê herî kêm 17 mîlyon jin û zarokên keç her roj avê dikişînin. Di lêkolînê de derket holê ku jin û zarokên keç bi şev an jî di saetên zû yên sibehê de dema avê dikişînin rastî îstîsmara zayendî tên û ligel vê pirsgirêkên wekê tenduristî û perwerdehî jî tên jiyîn.

Li gorî nûçeya Reutersê, têkildarî jin û zarokên keç yên li Afrîkayê avê dikişînin de lêkolînek hatiye kirin. Di lêkolîna ku daneyên Bankaya Cîhanê, Nûneriya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) Û Ajansa Pêşvebirina Neteweyên DYA’yê hatiye bikaranîn de derket holê ku nêzî 3 mîlyon zarokên keç û 14 mîlyon jin li welatê Afrîkayê avê dikişînin. Nivîskarê sereke yê lêkolînê û profesorê Dibistana Enstîtuya Mîlken a Tenduristiya Gel ya zanîngeha George Washingtonê Jay Graham got: "Hejmara jinên ku di bin bandora vê pêkanînê de mane ez matmayî hiştime. Min texmîn ndikir ku hejmar evqas zêde be lê min nedifikirî ku evqas bilind be.

Ji bo avê bikişînin zarok ji dibistanê tên girtin

Jay bi lêv kir ku kişandina avê ya rojane rê li ber xesara hestiyan vedike û her wiha rîska nexweşiya şîstozoma jî heye. Di lêkolîna ku di nav de Nîjer, Malawî û Sîerra Leone jî hey eli 24 welatan hatiye kirin de ji zarokên kûr zêdetir zarokên keç pê av tê kişandin. Her wiha gotin ku li hemû welatan bi taybet jin avê dikişînin. Ligel vê ji bo zarok avê bikişînin jî ji dibistanê tên girtin. Gelek jin enerjiya xwe bi kişandina avê derbas dikin.

Di rîska tacîzê re rû bi rû dimînin

Di raporê de hat gotin ku bi taybet zarokên keç ji bo avê bînin di saetên dereng yên şevê de û saetên zû yên sibehê de 04.00’an de neçar dimînin derkevin kolanê û ji ber diçin rêya dur bi rîska îstîsmara zayendî re tên rû hev.

Ev lêkolîn bi taybet balê dikişîne ser newekheviya zayendiyê û keda bê pere.

(hu)