Jinan li dijî îstîsmarê çalakiya protestoyî ya bincilkan pêk anî

16:41

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Brezîlyayê zarokek rastî îstîsmara zayendî hat û vîdeoya bûyerê li welat belav bibû. Jinan bertek nîşanê vê da û li Plaja Copacabana 420 bincilk raxistin û tecawiz û îstîsmara zayendî şermezarkirin.

Li bajarê Rîo de Janeîro ya Brezîlyayê zarokek rastî îstîsmara zayendî hat û vîdeoya bûyerê li welat belav dibû. Rojek berê jin daketin qadan û bûyer protesto kirin. Li gorî nûçeya Latîno.foxnews jinan bi armanca şermezarkirina bûyerê li plaja Copcabana 420 bincilk raxistine û banga hestiyariyê kirine. Li Rîo de Janeîro ku wê ji Olîpîyatên 2016’an re malovaniyê bike, rêxistina civak sîvîl Rîo de Paz li dijî her cureyê şîdetê çalakiyên protestoyî pêk tîne.
Li Brezîlyayê di her 72 saetan de 420 jin rastî tecaizê tên. Ji ber vê jî jinan 420 bincilk li erdê raxistin û bertekên xwe nîşan dan.

(hu)