Xelata Mafê Mirovan Sara Mohammed girt

13:42

JINHA

STOCKHOLM - Federasyona Neteweyên Yekbûyî ya Swêdê, aktîvîsta ji Başûrê Kurdistanê Sara Mohammed a li dijî "zexta ji ber namûs û toreyê û zewicandina zarokan" têdikoşe, îsal hêjayî Xelata Mafên Mirovan dît.

Xelat, duh êvarê di semînereke li ser zewicandina zarokan a li Mala Çandê ya li navenda Stockholmê de radestî Mohammed hat kirin. Di daxuyaniya nivîskî ya Federasyona Neteweyên Yekbûyî de hat ragihandin, Mohammed bêtirs mafên jinên ciwan parastiye û ji bo zewicandina zarokan bi temamî bê qedexekirin têkoşiya ye, lewma hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Sara Mohammed ev demeke dirêj e Seroka Federasyona bi navê "Pela û Fadîme qet ji bîr neke" ye. Federasyon bi têkoşîna xwe ya li hemberî "cînayet û şîdeta ji ber namûs û toreyê" tê naskirin.

(zt)