Aktrîsta Îranî Taraneh Alidoosti:Bêdeng bin, belê ez femînîstim!

13:37

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Deqa li milê aktrîsta navdar ya Îranî Taraneh Alidoostî ku hêza jinê sembolîze dike, li welat rê li ber nîqaşan vekir. Taraneh ya li ser çapemeniya civakî beşdarî nîqaşan bû got: “Belê ez femînîstim.”

Li gorî nûçeya Deutsche Welle serlîstikvana fîlmê Firoşkar (The Salesman), Taraneh Alîdostî ku di Festîvala Fîlmê Cannes de hêjayî Xelata Senaryoya Herî Baş hat dîtin, ji ber deqa li milê wê li Îranê bûye sedema nîqaşan. Taraneh beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî fîlm de bû û li wir deqa milê wê derket holê. Piştî wêneyê wê di çapemeniyê de hat weşandin li welat rê li ber nîqaşan vekir. Ev deq hêza jinê nîşan dide.

‘Bêdeng bin ez femînîstim’

Li Îranê femînîstî wek guhen tê nirxandin. Taraneh ji ber ku kurtaj jî parastibû, bibû hedefa rexneyan.
Taraneh li ser Twîtterê ev peyam weşand: “Bêdeng bin! Belê ez femînîstim.Femînîs bi wekheviya navbera zayendan bawer dike.” Kesekî din jî li ser
Twîtterê gotibû: Bêdeng be!Sibê tiyê bikevî girtîgeha Tehranê.

(hu)