Jinên Burundi jiyanê xwe ji nûde înşa dikin

09:06

JINHA

NAVENDA NÛÇEYA- Ji ber qeyrana siyasî li Burundiyê gelek welatî neçar man cih û warên xwe terk bikin. Pirani jin û zarokên ku koçî Komara Demokratîk a Kongoyê ji bo li ser lingên xwe bisekinin û bijîn, sewzê û sobeyên kîl çêdikin û bi vî aweyî ji nûde jiyana xwe avadikin.

Li gorî nûçeya Unwomen.org’ê li parzemîna Afrîqayê paytexta Bujumbera yê Burundiya yê ji ber qeyrana siyasî bi hezaran welatî koçî Komara Demokratîk a Kongoyê kirin. Li Kampa Lusenda yê Penaberan, niha 16'e hezar penaber dijîn. Di nava wan de gelek penaber jî jin û zarok in. Bi hezaran penaber berê xwe didin navenda Safe Haven a ku ji aliyê Netewa Yêkbûyî ( NY) ve hatî avakirin.

Yek ji wan Luscie ya 32 saliye. Luscîe ya ku di sala 2015’an de ji ber qeyrana sîyasî hevjînê wê hatî girtîn û tevî 8 zarokên xwe koçî Komara Demokratîk a Kangoyê dike û li Kampa Lusenda yê Penaberan bi cih dibe û dijî. Luscie alikarî karkerên kampê dike û ji bo çêkirina sobayan di rubaran de zinar û kîlê dikêşe berderiyê ewleyî.

Mîna Luscîe jî Marîta jî li kampa penaberan dimîne û ew jî kîlên hatî komkirin dike şivik. Navend ji bo pêdiviyê jinan pêşwazî bike wan hînê sobeyan dike. Jin jî di navende dê bihevra dixebitin û sewza jî diçînin. Hilberîna çandiniyê jî jin di nava hevde li hev parve dikin.

(hk/rc)