‘Em li dijî pergala serdest ya mêr hêza xwe dikin yek’

11:00

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Marîa Therese Martînellî têkildarî Civîna Cemsera Ewropayê ya MJC ku li bajarê Vîgo ya Herêma Xweser a Galîçya ya li Spanyayê de axivî û diyar kir ku ji bo guhertina pergala serdest ya mêr jina hêza xwe kiriye yek.

Civîna Cemsera Ewropayê ya Meşa Jinana Cîhanê (MJC) li Spanyayê li bajarê Vîgo ya Herêma Xweser a Galîçyayê bi beşdarbûna 9 welat û herêman didome. Meşvana Jinan a Cîhanê Marîna Therese Martînellî, têkildarî mijarê de nirxandin kir û got wek Koordînasyona Ewropayê organîzasyonek wan heye û wiha got: “Jin ji jêr berbi jor ve xwe rêxistin dikin. Civaka me ya Navneteweyî û sekreteriya me heye. Ji bilî van rêxistina m eya herêmî heye. Her rêxistin pisgirêkên xwe xebatên xwe di civîna navneteweyî ya her sal li Ewropayê pêk tê vedibêjin. Piştî van civînan em têkildarî xebatên xwe yên dema nû de biryaran digirin.

‘Em wek jin hêza xwe dikin yek’

Marîayê diyar kir ku ew wek jin hêza xwe dikin yek û got: “Ji gelek deverên cîhanê jin tên vir û tecrubeyên xwe li vir vedibêjin. Em çiqas xwe rêxistin bikin emê evqas xurt bibin. Em wek koordînasyona Ewropayê her sal li welatekî Ewropayê tên cem hev. Em îsal li bajarê Vîgo ya Galîçyayê hatin cem hev. Sala bûhrî me civîna xwe li welatê Bask kiribû. Em bi van civînan re xwe tenê hîs nakin. Dema em toreke jinan dibînin em kêfxweş dibin.”

‘Em dixwazin vê cîhanê biguherin’

Marîayê da zanîn ku ew wek jinan tevgereke polîtîkin û got: “Em li dijî kapîtalîzm û lîberalîzmê ne. Ligel vê em li dijî pergala serdest ya mêrin. Em li dijî pergala serdest ya mêr tênekoşin em nekarin tiştekî bikin. Armanca me ev e ku em cîhanê biguherin û jiyanek ku jin dikarin lê bijîn biafirînin. Em dixwazin cîhanê biguherin. Ji bo vê em têdikoşin.”

‘Jinên Kurd bi cesaretin’

Marîayê beşdarbûna jinên Kurd a civînê nirxand û wiha berdewam kir: “Em bi dîtina jinên Kurd a li vir gelek kêfxweşin. Ez piştevaniya xwe didim jinên Kurd. Ji ber ku ez jinên Kurd nas dikim gelek kêfxweşim. Ji ber ku bi rastî jî gelek bi cesaretin.”

(hu)