Jinên Nepalî li gundê ku erdhej xirakirî qulûbe înşa kirin

10:22

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Di salê borî de ji ber erdheja ku li herêma Sîndhulî ya Nepalê pêk hatî de gelek gund û herêm xirab bûn. Li gundê Dhamîle yê Nepalê 8 jinên ciwan bi armanca avakirina şîrketa xwe yê bestirê ji darên bamboyê qûlîbe avakirin. Endama Koma Hewildana Panchakanya yê Suntalî Maya Ghalan got, "Gelek mêr dihizirin ku jin nikarin bi serê xwe qûlîbe înşa bikin. Lê bi înşakirina qulûbê re me nêrînên wan vala derxist."

Li Nepalê di nîsana 2015'an de bi pêk hatina erdhejê re gelek qadên jiyanê xirabûn. Li gorî nûçeyê Np.undp.org'ê, li gundê Dhamîle ya girêdayî herêma Sîndhulî ya Nepalê 8 jinên ciwan bi armanca avakirina şîrketa xwe yê bastirê ji darên bamboyê qûlîbe avakirine. Jinên ku li gund Dhamîle zend û bendên xwe ji bo qulûbê hildane, ji aliyek darên bambo dibirin ji aliyê din çal ji bo bi cih kirina daran dikolin. Welatiyên gund ên ku bi hêza avakirina jinê nebawerbûn bi aweyek matmayî temaşe dikirin. Yek ji jinan li hember hişmendiya desthilatdariyê wiha bertekê xwe tîne ziman, "Li vir ji bo em pere qezenc bikin, me qulûbe înşa kir. Êdî vir cihê me yê xebatê ye."

Jinan ji darê bambo qulûbe înşa kir

Armanca 8 Endamên Koma Hewildana Panchakanya yê ji darên bambo avakirina şîrketa xwe yê bestirê ye. Sê jinan li Avustralya yê perwerdeyê çêkirina bastirê dîtine. Li ser vê bingehê tecrûbeyên xwe bi jinên din re parvedikin û xebatê xwe rêvedibin. Qûmaşê Dhaka li rojavayê Nepalê ji aliyê gelê Lîmbu yê herêmî bi aweyek kevneşopî bi destan tê çêkirin. Jinan ji vê qûmaşê destmal, betanî, kumik, şar, buluz û kravetan hildiberînin. Bi pereyên ku ji hilberînê xwe qezenc dikin, pêdiviyên xwe yên jiyanê pêşwazî dikin.

Yek ji endamên Koma Hewildana Panchakanya yê Suntanlî Maya Ramîta Gole wiha dibêje, "Me perwerde dîtibû, lê belê cih ango amûrên ku em pê bixebitin nînbû. Herî dawî me biryar da ku em cihê xwe bi xwe înşa bikin."

Endamek din yê komê Suntalî Maya Ghalan jî wiha got, "Kes bi me bawer nedikir. Gelek mêr digotin jin bi tena serê xwe nikarin qulûbe înşa bikin. Digotin ew demê xwe vala derbasdikin. Lê bi xebatê xwe me nêrînê wan tev vala derxist."

Her wiha Nisha Ginel jî got, "Em dikarin gelek hilberîn ji hilberînên ku li pazarê Sindhulî tên firotin çêtir pêk bînin."

(rc)