Li 48 welatên cîhanê newekheviya zayendî kûr dibe

09:04

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Fona Nifûsa BM (UNFPA) kiriye, li welatên herî xizan yên cîhanê bi mîlyonan jin û keç rastî astengiyan tên û ji ber vê derfetên pêşketinê ji destê wan tên girtin. Ji derfetên kar, tenduristî û perwerdê bêpar dimînin.

Li gorî nûçeya The Guardîan, di lêkolîna Fona Nifûsa BM (UNFPA) derketiye holê ku li 48 welatên kêm pêş ketiye di 10 salên dawî de mirinên dê û bebikan kêm bûne û kontrola welidînê zêde bûye. Li van welatên newekheviya zayenda civakî heye, zarokên keç naşînin dibistanê. Li gorî raporê li van welatan zarokên keç bi zorê tên zewicandin. Ev zarokên keç hebên kontrola welidînê bikartînin. Her wiha desturê nadin mafê xwe yên tenduristiyê bikarbînin.

Li 48 welatî ji sala 1990’î heta mirina zarokên temenê wan di bin 5’an de ye keitye nîvê.
Di raporê de wiha hat gotin:

-Li Bangladeş, Madagaskar, Kamboçya, Kirîbatî û Vanuatu di hejmara zarokên keç yên diçin dibistanê de zêde bûn heye.

-Li welatên kêm pêşketî jinên temenê wan 24 piranî di bin 18’yî de zewicîne.

-Di sala 1994’an de yên rêbazên modern yên kontrola welidînê bikardianîn ji sedî 15 bû û di 2015’an de dibe ji sedî 34. Li van welatan betalî jî di navbera ji jinan de ji sedî 84.1 e û din av mêran de jî ji sedî 71.4 e.

-Li gelek welatan ji ber pevçûnan kes koç dikin.her çiqas di nifûsê de kêmbûnek hebe jî ev jêre di 35 salan de du kat wê zêde bibe.

(hu)