Li Cezayîrê ji bo jinan kursa ajokariyê vedibe

11:33

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Xwişkên bi navê Mana û Ghalîa ku li kampa Dakhla dijîn, ji bo jinan kursa ajokariyê vedikin. Mana û Ghalîa diyar kirin ku ji ber jin wesayîtan bikarnaynin, di vê mijarê de zehmetiyan dikişînin û li ser vê ev proje kirine jiyanê. Mana û Ghalîa got wê jin beyî hewcedarî kesekî din bin bin, wê zêdetir azad bin.

Di salên 1970’ê de li herêma Sahraya Rojava, ji ber pevçûna derket pianiya wan jin bû bi hezaran kes li Kampa Dakha ya rojavayêbaşurê Cezayîrê hatin bicihkirin. Ji ber pevçûnên tên jiyîn her tim jin mexdur dibin. Yek ji van jî Mana Mustafa ya 22 saliye. Mana dema sanciyên wê yên welîdînê dest pê dike, xwişka wê Ghalîa û cînarên wê, wê dibin nexweşxaneyê. Mana got: “Em hema ketin rê. Dema me tinebû ku em tiştekî bigirin cem xwe. Xwişka min Ghalîa nizanibû wesayît bajota. Cînarê me em biribûn. Ghalîa neçar bû biçe kampê alavan bîne. Ji ber nizanibû wesayîtê bajo bi meşê çû.”

‘Emê ne girêdayê mêran bin’

Li ser vê bûyerê Mana û Ghalîa, tevî helwesta muhafazakaran li Dakhla ji bo jinan kursa ajokariyê vedike. Ghalîa got ji ber li herêma wan jin nizanin wesayîtan bikarbînin, zehmetiyan dikişinîn û gotin di mijara veguhestinê de wê jin êdî ne girêdayê mêr bin. Tê hedef kirin ku kurs bi perwerdeya UNHCR û rehberiya wê vê payîzê bê vekirin.

(hu)