40 hezar zarokên keç ji hikûmeta Japon lêborînê dipên

09:04

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Japonyayê di dema 2’emîn Şerê Cîhanê de 40 hezar jin û zarokên keç revandibû û ji aliyê leşkerên Japon ve rastî tecawizê hatibûn.Têkildarî bûyera ku bi vegotinên jinan derket holê de, tê payîn ku hikûmeta Japonyayê lêborînê bixwaze.

Japonyayê di dema 2’emîn Şerê cîhanê de ji welatên Asyayê 40 hezar jin û zarokên keç revandin û derket holê ku wek ‘jinên rehetkirinê’ hatine bikaranîn. Ji bo van zarokên keç yên ji Koreya Başur, Çîn, Tayvan, Enedozya, Malezya û Fîlîpînê ne, tê payîn ku hikûmeta Japonyayê lêborînê bixwaze. Hat hînbûn ku nêzî hezar zarokên keç yên ji Fîlîpînê hatine revandin 70 heb hîna dijîn. Hikûmeta Japonyayê jî têkildarî bûyerê de dibije delîl tine û lêborînê naxwaze.
Di meha çileya borî de împaratorê Japon Akîhoto çû serdana Fîlîpînê û li wir hatibû protestkirin.

‘Ez pir tirsyabûm’

Yek ji jinên ku ji aliyê Japonyayê ve hatibû revandin Prescîlla Bartonîco di 1943’an de tê girtin û wê demê hîna 17 salî bû. Precsîlla û dotmama xwe ku li girava Leyte ya Fîlîpînê dijiya, rastî tecawiza sê leşkerên Japon tê û tên qetilkirin. Prescîlla ku beyî lêborîna hikûmeta Japon bibîne jiyana xwe ji dest da û bûyera beriya mirina xwe jiyan bi gotinên wekê ‘Min xwest ez berxwe bidim lê ez pir tirsiyam. Leşkerên Japon destê min girêdan û êşa min dest pê kiribû’ anîbû ziman. Prescîlla diyar kiribû ku sê mehan di girtîgeha Fîlîpînê de girtî maye û rojê rastî tecawiza 8 kesî hatiye. Prescîlla got ev hemû bi şev dibûn, ji ber ku em bi roj jî li ser erd dixebitîn.

‘Min bi salan tiştên ku jiyan veşart’

Ji van jinan yek Rosa Marîa Henso tiştên ku jiya di 1993’an de bi rayagiştî re parve kir û di 1997’an de jiyana xwe ji dest da. Rosa Marîa di 15 saliya xwe de tê revandin û 9 mehan jia liyê 3 mêrî ve tê tecawizkirin. Rosa Marîa tiştên jiyaye wiha vedibêje: “Ez li ser nivînekî dirêjkiribûm. Ger rehet nekiribana hêrsa xwe bi serê min dikirin der. Ez jî her tim bi hêrs bûm.” Rosa Marîa got tiştên ku jiyaya her tim ji hevjîn û zarokên xwe veşartiye û got ji ber ku çîroka wê ew biçûk dixistin.

‘Divê jinên ciwan tiştên ku me jiyan hîn bibin’

Pîedad Nobleza jî di 1942’an de tê girtin, li dêrekê tê girtin û rastî tecawiza gelek kesî tê. Pîedad wiha got: “Ez destpêkê rastî tecawiza 7 kesî hatim. Her nîv saetê carekê yek hat. Piştre du hefteyan her êvar rastî tecawiza du an jî çar leşkeran dihatim.” Pîedad got wê xwestiye ku jinên ciwan vê çîroka wê hîn bikin.

Li aliyê din jî piranî jinên ji aliyê leşkerên Japon ve hatibûn revandin ji bo zarok û hevjînên wan nebihîzin venabêjin.

(hu)