97 jin û zarokên di destê Boko Haramê de hatin rizgar kirin

11:20

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Nijerya di encama operasyona ku li hember çeteyên Boko Haramê pêk anîne de 97 jin û zarok hatin rizgar kirin. Di nav kesên hatine rizgar kirin de xwendekara bi navê Amîna Alî yê ku berî du salan li Chîbokê di encamê serdegirtinek de hatibû revandin jî heye.

Artêşa Nijerya, roja pênşemê di operasyona ku li rojhilata bakûrê welêt, eyaleta Borno hember çeteyên Boko Haramê dabûn dest pêkirin de pevçûnên giran rû dan. Hat raghandin di encamê operasyonê de 97 jin û zarok hatin rizgar kirin. Di nav kesên hatine rizgar kirin de xwendekara bi navê Amîna Alî yê ku berî du salan li Chîbokê di encamê serdegirtinek de hatibû revandin jî heye.

Boko Haram di sala 2014'an de li rojhilata bakûrê welêt, li Chîbokê bi ser dibistanek de girt û 276 xwendekar revandibû. 50'î xwendekar piştî hatin revandin, di nava çend saetan de karîn xwe rizgar bikin. Hin ji wan xwe ji qamyonê avêtin hin ji wan jî ketin nava daristanê de û xwe rizgar kirin. Tê texmîn kirin ku hîna 210 xwendekar di destê Boko Haramê tên ragirtin.

(rc)