Li NY’yê bandora şer ya li ser jinan hat axaftin

09:11

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Berdevka Taybet a Mafên Gelê Herêmî ya NY’ê Vîctoria Taulî-Corpuz û ji Saziya Bîyên Gûatemalê ya Navneteweyî Rosalîna Tuyuc balkişandin ser pirsgirêkên jinên li herêmên şer û gotin divê tedbîrên pêwist bên girtin.

Li gorî nûçeya Associated Press Berdevka Taybet a Mafên Gelên Herêmî ya NY’ê Vîctorîa Taulî-Copuz, di Foruma Meseleya Gelê Herêmî ya Daîmî a 15’emîn ya NY’ê de têkildarî pirsgirêkên jinên li herêma şer de nirxandin kir. Vîctorîa ku ew jî ji gelên herêmî yên Fîlîpînê ye û lîdera Kankanaey Igorot e wiha got: “Tecawîz amûreke ji bo ciwakê qels bike tê bikaranîn. Dema pevçûn dest pê dikin, şin şûnde dimînin.Ez di civakên ku mêr tinebûn, tenê jin û zarok hebûn, mam. Yên ji van civakan dimînin êşên mezin dikişînin.”

‘Divê xizmeta psîkolojîk bidin mexduran’

Vîtorîayê diyar kir ku ew hêvî dike ku di peymana aştiyê ya ku wê pêşerojê de bê îmzekirin de xalên ku mafên jinan û mafên gelên herêmî jî dihundirînin, bên cihkirin, di peymanên ku tê îmzekirinê de divê ji bo avabûna komîsyonên lihevkirinê îmze bê avatên. Her wiha Vîktorîayê got divê ji bo mexdurên şîdetê jî xizmeta psîkolojîk bê dayîn.

Mafên çandî tên xespkirin

ji Saziya Bîyên Gûatemalê ya Navneteweyî Rosalîna Tuyuc jî got qedandina şer nayê wateya bidawîbûna pirsgirêkan û wiha berdewam kir: “Em jin li şûna çanda şer, çanda aştiyê diafirînin. Ji ber ku ev tenê artêşbûnê eleqeder nake. Niha gelek mafên çandî tên xespkirin.”

(hu)