Li Îranê çalakiya xwezayî: Ger por tinebe polîsê ahlaqê jî tine!

16:50

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- jinek ciwan ya Îranê ji bo piştgiriya zarokên bi pençeşêrê re têdikoşin, serê xwe guzan kir û porê xwe firot. Ev nêzîkatiya ku destpêkê wek piştevaniyek hêsan hat dîtin, veguherî çalakiya bi dirûşmeya ‘ger por tinebe, polîsê ahlaqê jî tine’.

Jina ciwan a Îranî got ‘Min porê xwe ji bo melekên biçûk yên bi pençeşêrê re têdikoşin firot’. Destpêkê wek piştevahiyek hêsan hat dîtin piştre veguherî çalakiyê. Piştî ku porê xwe guzan kir, got ‘çima ez mecburim serê xwe bigirim’ û biryar da ku bê por derkeve derkeve. Dema derket derve jî ti polîsî dest nedayê û ev biryara şexsî veguherî tevgerek siyasî.

Porê te tine, polîsê ahlaqê jî tine

Jina ciwan ku serê wê vekirî li kolanê wêne kişand û parve kir, bi mîlyonan kesî ew şopand. Jina ciwan facebookê de got: “Min porê xwe ji bo melekên biçûk yên bi pençeşêrê re têdikoşin, firot. Dema derketim kolanê min ji xwe re wiha got: ger porê tinebe, polîsê ahlaqê jî tine.”

Li Îranê serî girtin ji bo jinan ferze. Qanûn dibêje gerek jin serê xwe bigirin. Lê ger porê jinan tinebe? Ev çîroka jina ciwan nêzîkariya polîs naguhere. Demek berê 8 jinên Îranê ji ber wêneyên xwe yên bê turban di înstagramê de weşandin, di 16’ê Gulanê de hatin girtin.

Di çapemeniya civakî de ji bo ev pêkanîna li Îranê rabe kampanya tên meşandin.

(hu)