Ji objektîfa wênekêşê Îranî jinên rastî êrîşa asîdê hatine…

10:54

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Wênekêşê Îranî Asghar Khamseh, ji bo balê bikişîne ser salekî wêneyên jinên ku li welatê wî rastî êrîşa asîdê hatine kişand. Wêneyên ku kişand bi pêşangeheke navê ‘Agirê nefretê’ vekir. Asghar hêjayî Xelata Wênekêşiya Cînahanê ya Sony 2016’an hat dîtin.

Wênekêşê Îranî Asghar Khamseh, ji bo balê bikişîne ser salekî wêneyên jinên ku li welatê wî rastî êrîşa asîdê hatine kişand. Wêneyên ku kişand bi pêşangeheke navê ‘Agirê nefretê’ vekir. Asghar hêjayî Xelata Wênekêşiya Cînahanê ya Sony 2016’an hat dîtin. Armanca Asghar ev e ku yên hewcedariya wan bi dermankirina derman heye û piştî êrîşê nekarin vegerên karê xwe bibe alîkar. Asghar wiha got: “Şîdetek wisa ne tenê aydê herêmekî an jî welatekî ye. Li hemû cîhanê heye. Saziyeke taybet ku alîkariyê bide qurbaniyên rastî êrîşa asîdê hatine, tine. Tenê çend xêrxwaz hene.”

Shîrîn rastî şîdeta mêrê ku red kir hat

Yek ji van wêneyan aydê Shîrîn Mohamadî ya 18 salî ku liTehranê dijiye. Shîrî pêşniyara wî ya zewacê 4 sal berê red dike. Ew jî li ser vê asîdê bi ser Shîrîn de dirijîne. Çavê wê yê rast, ev, poz û gûhê wê zirarek cidî dibîne. Her wiha hinek beşên cuda yên bedena wê jî dişewitin. Heta niha gelek emelyat derbas kiriye. Ji bo baş bibe divê gelek emelyatan derbas bike.

Ji bo pêşniyara destjêberdanê qebûl nekir..

Jina bi navê Mahnaz Kazemî jî 39 saliye û li bajarê Qom a Îranê dijî. Mahnaz Kazemî dixwaze dest ji hevserê xwe berde û li ser vê rastî êrîşê tê. Çavê çepê û gûhekî xwe winda dike. Jina bi navê Masoumeh Ataî ya 32 salî jî ku li Îsfahan dijî, rastî êrîşa asîdê hatiye. Masoumeh dest ji hevjînê xwe berdide û piştre hevserê wê dixwaze lihev bên, lê Masoumeh qebûl nake. Bavê hevjînê wê êrîşê wê dike û her du çavên xwe winda dike.

(hu)