Piraniya Cotkarên li Atlantîka Kanadayê jin in

10:19

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîna dawî, yek ji herêmên Kanadayê ku ji çar vîlayetan pêk tê, piraniya cotkar jin in.

Li gorî nûçeyê Cbc.ca'yê, rûyê cotkariya Atlantîka Kanadayê tê guhertin. Li herêmê ji nîvî zêdetir cotkarên nû jin in. Li gorî agahiyên xebatê Julia Laforgeyê ku di Zanîngeha Manîtoba weşandiye de, piraniya cotkarên li Atlantîka Kanadayê yên nû jin in. Ev qote dighêje 55'an. Julîa got, "Niha nifşên cotkarên di temenê 20 salî de hene. Ev nifş, bi xwe hem xwedî cotkariyê ne hem jî hevparê cotkariyê ne."

'Divê em hîna gelek mijûl bibin'

Sarah Smîth yek ji van jinan e. Sarah ji bo ku cotkariyek xwezayî pêk bîne, zevî kirê dike û niha di duyemîn sezona çandiniyê de ye. Sarah got, "Ez tevlî Allîson, Carla û şagirtê me yê nû Jennîfer demê xwe yê herî zêde li nava zeviyan bi cotkariyê re derbas dikin. Ên ku li vir dixebitin tev jî jin in." Eva Rehak jî wiha got, "Hîna jî gava ku tu dibêjî wêneyek a cotkaran xêz bike, di serî de mêr xêz dikin. Ji ber vê gelek mijar hene divê em bi wan re mijûl bibin."

(rc)