Jinên Pakîstanê qedexeyan nasnakin

09:10

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Pakîstanê li hember qedexeya reqsê ya sala 1981'an têdikoşin. Jinan diyar kirin ku ew hertim neçar dimînin ji mirovan re bêjin reqs çandeke.

Li gorî nûçeya Yahoo. Com li Pakîstanê çanda reqsê li dawet û festifalan windabûye. Jin li Pakîstanê ji dervî nava hewira malbatê reqsa jinê neyênî dibin in. Bi teybetî civak dijberî reqsa jinan a bi pere ne û destur nîne ji reqsa jinan re. Jinên reqsvan ji bo vê li welatê xwe ne azadin û zehmetiyê dikşînin. Ji jinên reqsvan Suhee Abro da zanîn ku hertim ew neçar dimen in ji mirovan re bêjin reqs çandeke û cureyek çandê ye.

'Dilê min nabêje reqs kirin, ne tiştek şaşe'

Akademisyena Çanda Navnetewî Rahat Kazmi jî got, "Divê em ji civakê re bêjin reqs çandeke." Feriyal Aslam ku li Pakîstanê antropolog û profesyonela reqsê jî got: "Ez misilmanim û di heman demê de jî reqsvanim. Ez fêmnakim çima mirov van dijberî hevdû dibîn in. Dilê min nabêje reqs tiştek şaşe." Jinên bi navên Suhaee Abro û Sheema Kirmani jî diyar kirin ku ew li hemberî qedexeya reqsê ne û wiha berdewam kirin: "Reqsa misilman an jî Hinta nîne, reqs reqse çi cuda bûn heye."

'Her çendî tindiya ser reqsê kêmbiribejî lê tehdit berdewam dikin'

Li welat di sala 1981'an de reqs ji aliyê Serokomarê leşkerî Ziya Ul- Hak ve hatiye qedexekirin. Ziya Ul- Hak bi darbeya leşkerî di sala 1977'an de hatiye ser rêverberiyê û di navbera salên 1978 û 1988'an de Serokomartiya Pakîsatanê kiriye. Ziya Ul- Hak reqsvan wek mustehcen û tolazî dîtiye. Çiqas sepandinên ser reqsê li Pakîstanê kêmtir bûne jî hîn tehdit berdewam dikin.

(dt/zt)