Çalakiya jinên Cibutîlî bi serkeftiyê encam girt

11:03

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya jinên Cîbûtîlî ku di 25’ê Nîsanê de li Mala Gel a baytexta Brûksel a Belçîkayê hate destpêkirin, bi serkeftî encam girt.

Jinên Cîbûtiyê di 25’ê nîsanê de ji bo êrîş û tecawîzên di şerê 1991’an li bajarê Cîbûtiya Afrîkayê de hate kirin, wek sûcê şer bê dîtin, dest bi çalakiya birçîbûnê kirin. Bi dehan jin ji bo daxwaza wan bê qebûl kirin li Mala Gel a baytexta Brûksela Belçîkayê dest bi grêvê kirin û heya daxwaza wan hate qebûlkirin jî çalakiya xwe berdewam kirin. Parlamentoya Belçiyayê bi daxuyaniyeka nîvîskî daxwaza jinan qebûk kir û daxwaz kir ku jin dawî li çalakiya xwe bînin her wiha çalakiya jinan bi serkeftî encam girt.

Jinên çalakven keyfxweşiya serkeftina çalakiya xwe bi stran û reqsa xwe ya kevneşopî pîroz kirin. Jinên Cîbûtîlî di xwarina ku bi endamên SKB û Mala Gel a Bruksel re hatin çem hev anîn ziman ku dema mirov li ber xwe bide dê bi ser bikeve.

(ho)