Berteka Îranê hember Turnuva Voleybol a Navnetewî

09:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Rûxmî ku li Îranê di maçên ku mêr cihê xwe tê de digrin, cih girtina jin û zarokên keç qedexeye, Federasyona Voleybol a Navnetewî biryar daye sala 2016'an de Turnuvaya Voleybol a Plaj li Îranê li dar bixe. Midûrê Hewla Gerdûnî Ya Çavdariya Mafê Mirovan Mînky Worden, bertek nîşanî biryarê da û banga rakirina qedexeyê li Îranê kir.

Federasyona Voleybol a Navnetewî (FIVB) Şampiyona Kuluba Cîhanî ya Mêran di 21'ê Cotmeh û 1'ê Mijdara 2015'an de li Brezilyayê pêk anîbû. FIVB, biryar da ku di sala 2016'an de Turnuvaya Voleybol a Plaj li Îranê li dar bixe. Lê wek tê zanîn ku piştî şoreşa Îranê di sala 1979'an de, maçên ku mêr cihê xwe tê de digrin, cih girtina jin û zarokên keç hatine qedexe kirin. Ev qedexe di sala 2012'an de hat berfireh kirin û tevlîbûna voleybolvanên jin ên populer û zarokên keç hat qedexe kirin. Ji ber qedexeya tevlîbûnê jin û zarokên keç bi girtinê re rû bi rû dimînin. Sala borî jina bi navê Ghoncheh Ghavamî li Tahranê bi hinceta ku tevlî maça voleybolê yê mêran bûye hat girtin û hîna jî di girtîgehê de ye.

'Divê dawî li cudakarî bê'

Midûrê Hewla Gerdûnî Ya Çavdariya Mafê Mirovan Mînky Worden destnîşan kir ku di serdema werzîşa modern de, li navenda adîl a leystokê de wekheviya jin- mêr heye û wiha got, "Bingehê Olîmpiyatê li ser van rêgezan hatî amede kirin û FIVB zagonê xwe li gorî vê yekê teşe dide. Îran li gorî vê rêzikê tevnagere û hikûmeta Îranê ne xwedî mafe ku turnuvaya navnetewî ya girîng li wir bê li darxistin. Divê hewil bide li gorî rêzikê Federasyona Voleybol a navnetewî tevbigere û dawî li vê cudakariyê bîne."

Mînky banga rakirina qedexeyê turnuvayê voleybolê li ser jin û zarokên keç li Îranê kir û wiha got, "Eger Îran vê qedexê rake dê li welat gavek ji bo xortkirina wekheviya zayendî pêk bîne."

(rc)