Di dîroka Kanada yê de yekemîn wezîra jin a Misliman
10:52
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Meryem Monsef koçbera Afganîstanê li Kanada anîn ser karê Wezira Berpirsiyarê Komeleya Demokratîk, li kabînê nûnertiya wekhêvî esas hat girtin.
Li Kanada yê hilbijartina federal a 19'ê Îlonê Partiya Lîberal bû yekemin, piştî 9 salên dawî li heyna Harper anî. Li kabînê cara yekem wezîrek jin a Misilman cîh girt. Meryem Monsef a ji Afganîstanê koçber bûye li Kanada yê bû Wezira Berpirsiyarê Komeleya Demokratîk. Serokê Partiya Lîberal Justin Trudeau bû 23. Serokwezîrê welat û li kabînê sond xwar. Kabîn cara yekem ji gel re vekirî bû û gel bi coşek mezin beşdarî merasîma sond xwarinê bûn.
'Li kabînê wekhêvî esas hat girtin'
Serokwezir Justin Trudeau di hilbijartinê de soz dabû ku li kabînê 15 parlementerên jin û 15 parlementerê mêr cîh bigrin soza xwe anî cîh. Li Kanada yê Meryem Monsef unvana cara yekem a wezira jin a Misilman di dîrokê de cîh girt.
(ha/zt)