Jinên Îranê li hemberê pergala desthilatdariyê dest bi kampanyayê kirin

13:54

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Îranê li hember hişmendî û rûyê mêr a di meclîsê de dest bi kampanyayek kirin. Jinên ku dixwazin di meclîsê de koteyê jinan bighêje sedî 50'î sê komîte avakirin.

Li Îranê jinan li hember hişmendî û rûyê mêr a di meclîsê de bi durişmeya 'Ber bi guhertina rûyê meclîsê a mêran' kampanyayek dan despêkirin. Kampanyayê ku ji 1'ê Mijdarê ve despêkiriye rastî eleqeyek mezin tê û nêzî 300 jin beşdarî vê kampanyayê bûne. Jin bi armaca ku ji sedî 50'î cihê xwe di nava meclîsê de bigre û di kabîneya 10. de hebûna jin bên berçavkirin dest bi kampanyayê kirine. Jinan diyar kirin ku armanc ne tejî kirina kursiyên desthilatdariyê ye armac guhertina zagonên ku bi zihniyeta mêr hatine avakirine.

Jinan bi dîmenek li ser torên civakî armanca kampanyayê xwe parvekirin û wiha hat gotin: "Di meclîsê de ji sedî tenê 3'ê jinên parlementer hene. Meclîs di qontrola mêr ve tê rêvebirin. Ji ber vê yekê gelek biryarên ku mafê jin naparêzin tên girtin." Jinan her wiha bal kişandin ser zagona 20. ya Îranê û gotin: "Her ferdek a civakê mêr dibe jin dibe di warê zagonan de xwedî mafên siyasî, civakî û çandiye."Yek ji endama Komîteya amedekarî ku nexwest navê xwe bide wiha behsa armanca kampanyayê xwe kir: "Em dixwazin bi riyê vê kampanyayê di sêgoşeyê de tenê desthilatdarî nebe. Hemû komên gel û pêkhate jî dê esas werin girtin. Ji ber vê em dixwazin bêjin;

Di şertên herî zehmet de jî baweriya me bi guhertinê heye.

Di her şert û mercî de mirov dikare hemwelatiyek bibandor û pozîtîv be

Li şûna siyaset û atmosfera ku bi zîhniyeta mêr hatî hûnadin, bi atmosferek gelek reng û çand bê guhertin.

Jinan dan zanîn ji bo vê yekê ew sê komîte amede kirine, yek ji van komîteyan, ''Ez ê bibim namzet: Mafê hilbijaratinê ne bese divê mafê me hebe ku em werin hilbijartin." Komîteya duyem 'Kotaya ji sedî 50'î ji bo jinan'. Ya siyemîn jî; 'Karta sor ji bo namzedên dijî jinan: Em dengê xwe nadin mêrên ku li dijî jinan disekinin.”

Jinan dan zanîn ku ew ê ji bo nasandina kampanya xwe û teşvîqkirina jinan çalakî, civîn û semînarên cur be cur li seranserî Îranê lidar bixin. Her wiha wê jinên ku bikarin nûnertiya wan li parlamentoyê bikin, hilbijêrin û namzedên xwe bi raya giştî bidin nasîn. Kampanya ‘Jin dengê xwe didin jinan’ yek ji kampanyayên bi vê mebestê ye ku li bajarê Meşhedê hatiye lidarxistin û tevlî kampanya ‘Guhertina rûyê parlamentoya mêran’ bû.

(rc)