Yekemîn Serokomara Jin a Nepalê
20:02
JINHA
KATMANDU - Li Nepalê di pêşbirka serokomariyê de, Seroka Partiya Kominîst Bidhya Devi Bhandari bi ser ket. Bhandarî ku bi têkoşîna ya di warê mafê jinan tê zanîn û wekî sembola jinan tê dîtin, bi vî rengî bû yekemîn serokomara jin a Nepalê.
Di hilbijartinên ku li parlamentoya Nepalê pêk hatin de Bhandarî bi 317 dengan bû serokomar. Li hemberî wê 214 parlamenteran jî dengên neyînî bikar anîn.
Bhandari hevsera serokê berê yê Partiya Komunistî e. Dema ku di sala 1993’an de hevjînê wê di qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest da, dest bi siyasetê kir.
Welatê Nepalê heta sala 2008’an bi pergala monarşî dihat birêvebirin. Lê di sala 2008’an de monarşî hilweşiya û navê dewletê wekî Komara Federal a Demokratîk ya Nepalê hatibû guhertin.
Bhandari jî bû duyemîn serokomara Nepalê, lê di dîroka welat de cara yekemîne jinek dibe serokomar.
(rc)