Rejîma İranê Fatma Salbehi idam kir

15:08

JINHA

TAHRAN - Rejîma İranê bi îdiaya hevserê xwe kuştiye 6 salin jina bi navê Fatma Salbehi di girtîgehê de dihêle û li Girtîgeha Adil Avar a Şîrazê îdam kir.

Fatma Salbehi di sala 1991'an hîna 16 salî bi mêrek 15 salan ji xwe mezintir re bi zorê tê zewicandin. Di sala 2009'an de Fatma bi hinceta hevserê xwe kuştiye ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin. Li gel ku Fatma sucê xwe nepejirand jî rastî cezayê îdamê hat vê serê sibê di Girtîgeha Adil Avar a Şîrazê de hat îdam kirin.

Ji aliyê Komeleya Parastina Girtiyên Siyasî û Edliyên Îranê ve darvekirina Fatma hat bihîstin.

Çî bûye?

Fatma ya ku di sala 2009'an de bi hinceta hevserê xwe kuştiye hatî girtin, hîna sucê wê kesîn nebûyî dosiya girtin û rastî cezayê îdamê hat. Parêzerên Fatma yên berê diyar kirin ku bi zora îskencê suc bi miwekîla wan Fatma dane pejirandin û dema ku Fatma derxistine dadgehê ew suc nepejirandiye. Di nameyên ku Fatma ji hinek rêxistinên mafê mirovan re nivisiyî têde diyar kiriye ku wê bi zorê dane zewicandin û demdirê ji hevserê xwe şidet dîtiye û sucê xwe red kiriye.

Di sala 2011'an de Rêxistina Af ya Navnetewî di derbarê rewşa Fatma de Îran agahdar kiribû ji bo wê îdam nekin. Li gorî Zagona Îranê ya Suc û Ceza jin 9 salî mêr 15 sal dikarin bên cezakirin.

(zt)