Di hilbijartina sêyemîn de jî partiya SYRIZA bu yekem
14:56
JINHA
AMED - Li Yunanistanê ligel qeyrana siyasî di nava 10 mehan de 3 caran hilbijartin pêk hat. Li gorî encamên ne fermî SYRIZA bu partiya yeke mîn.
Li Yunanistanê ligel qeyrana siyasî di nava 10 mehan de 3 caran hilbijartin pêk hat. Li Yunanistanê gel îro careke din çûn ser sindoqan. Di hilbijartina pêşwext de bajar bêdenge û li gorî tevlîbûna hilbijêran kêmin. Partiya SYRIZA bi tena serê xwe nebe îktîdar jî bu partiya yeke mîn û 7 puan ferkê avêt partiyên din.
SYRIZA ji sedî 35.5 bû partiya yeke mîn.
Yunanistan li gorî ji du hilbijaran yek ne çûye ser sindoqan jî tevlîbûn ji sedî 52 ye û li gor Wezîrê Karêhindur, dengê hatine jimartin ji sedî 46.6'ê . SYRIZA sedî 35.5 deng sitendiye li pêşiye. Demokrasiya Nû ji sedî 28.1 bûye duye mîn û Partiya Berbeyani ya Nû jî bûye sêye mîn. Li gor encama partiya SYRIZA 145 parlementer û Partiya Berbeyani ya Nû jî 75 parlementer derxe.
Partiya Demokrasiya Nû tekçûyinê pejiran
Hilbijartin encam zelal bû Partiya Demokrasiya Nû ku hemberî partiya SYRIZA yê bû tekçûyînê pejirand. Serokê Partiya Demokrasiya Nû Vangelis Meimarkas partiya SYRIZA yê pîroz kir û tekçûyînê pejirand. SYRIZA bu partiya yekemîn, lê belê ji bo bi tenê bibe îktîdar ne gihîşt hejmara parlemênteran. Hat diyarkirin ku li gorî encam zelal bûn SYRIZA ji bo koalîsyonê xwe birêk û pêk xist. Şirîkê hukumeta SYRIZA yê li bendene ku bibe ANEL.
(ha/zt)