Penaberên xwestin têkevin Macarîstanê hatin astengkirin dest bi greva birçîbûnê kirin

11:58

JINHA

BUDAPEŞTE - Penaberên ji ser çiyazeran derbasî welatê AB dê dibin berdewam dike. Penaberên xwestin têkevin Macarîstanê hatin astengkirin dest bi greva birçîbûnê kirin.

Macaristan sedema derîyê sinur girt penaber li Sirbîstanê kom bûn zor dide têkeve AB'ê. Penaberan helwesta hikumeta Macarîstanê protesto kirin û ji bo sinur derbas bikin ketin greva birçîbûnê. Penaberên li Bajarê sinur Roszke kom bûn di destê wan de pankartên "Heya sinur vebibe em ne nandixun ne jî av vedixwîn" ji ber li sinur tên seknandin protesto dikin. Sekna penaberan berdewam dike.

Li sinur têla dîrehî zêde dikin

Lê belê hikumet ji xeynî penaberên ji ser Sirbîstanê tên penaberên ji Romanyayê ji werin bertek nîşan didin. Hikumet biryar girte ku li sinurê Sirbîstanê 170 ê kilometre têla dîrehî zede bike. Li gorî Wezîrê karê hindur ê Macarîstanê; di her salê de penaberên ketine hindur 200 hezarî derbas kiriye û tenê roja Dûşemê 9 hezar penaber sinura derbas kiriye. lê belê gelek penaber li Macarîstanê namînin ji wir derbasî Avustirya, Elmanya û ji wir jî derbasî welatê AB'ê dibin.

(ha/zt)