Li Hîndîstanê li hember êrîşên kezapê kampanya hat despêkirin
15:11
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hîndîstanê her sal bi sedan jin rastî êrîşên kezapê tên, jin ji bo ku pêşî li van êrîşan bigrin dest bi kampanya yê kirin. Magdûrê kezzapê Reshma Bano Qureshi jî ji bo ku balê bikşîne ser kampanya yê di You Tube de teknîka makyajê parvekiriye.
Li gorî îstatîkên fermî li Hîndîstanê her sal 309 jin rastî êrîşê kezapê tê. Koma Make Love Not Scars (Ne Şopê Heskirinê Avabike) destnîşan kirin ku ji ber jinên rastî êrîşê kezzapê tên êrîşkar gilî nakin hêjmarê jinên rastî êrîşê tên her sal zêdetir dibe. Jinan li dijî êrîşan û firotina kezzaban bi aweyek eşkere li marketan kampanya dan despêkirin. Reshma Bano Qureshi a ku rastî êrîşa kezzap hatibû bi vîdeoyên "Roj çawan li lêvan didin", "Kil çawan li çavan didin" balê mirovan dikêşe û piştre êrîşê kezzap vedibêje.
'Kezzap ji kilê çavan erzantire!'
Reshma Bano Qureshi a 18 salî ji bajarê Mumbaî ye di sala 2014'an de ji aliyê hevserê xweşka xwe yê berê ve rastî êrîşê kezzapê tê. Reshma di encamê êrîşê de beşa rûyê xwe ya herî zêde û çavek xwe winda dike. Reshma bêy ku ji rûyê xwe şerim bike di vîdeoyên li ser YouTube hatî weşandin de makyaj çawan tê kirin nîşan dide. Piştre ji ber kezzab li markêtan vekirî tên firotin behsa kampanyayê îmzayê dike. Reshma wiha dibêje: "Hûn dikarin bi aweyek hêsan rojê sor li markêtan bibînin wek kezzabê. Ji ber vê yekê her roj jin rastî êrîşên kezzabê tê." Reshma bal kişand ku li Hîndîstanê şuşeyek kezzab ji qelemê kil ên çava erzantire.
Li hemberî biçûk xistina magdûrên kezzaban vîdeo
Vîdeo bi piştgiriya koma Make Love Not Scars hat amede kirin. Li gorî nûçeyên kovera People yê ku avakarê wê Rîa Sharma ye, balê dikşîne ser magdûrên kezzabê ên ku biçûk tên xistin û vîdeoyê wiha behsa videoyê dike: "Magdêrê kezzabê dema ku reklamê xweşikbûnê çêbikin asayî nayê pêşwazî kirin. Bi vê vîdeoyê re hizrê mirovan guhertin, me xwast bi mirovan bidin hîskirin ku kesên megdûr weke mirovên din ên ji rêzêne. Bi rojevek weke makyajê mijarek wiha cidî girtina dest bê guman balê dikêşe."
Hûn dikarin videoyê li ser navnîşana Video, https://www.youtube.com/watch?v=-MhbULUd-KE temaşe bikin.
(rc)