Li Lîbya yê keştiya koçberan noqî avê bû: Herî kêm 200 kes mirin

13:46

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Du keştiyên ku koçberên Afrîqî barkiribû, li Lîbya yê noqî avê bû û tê texmîn kirin ku herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dabin.

Keştiya ku ji Lîbya yê ber bi Îtalya yê ve bi rêketiye û 400 koçberên Afrîqî hildabû noqî avê bû. Di encamê de tê texmîn kirin ku nêzî 200 kesan jiyana xwe ji dest dabin.
Li gorî nûçeya Reutersê, gelek koçber di dema ku keştî noqî avê bûye di ambarê keştiyê de tengav bûne û heya niha ekîbên ewlekariya qeraxê 201 kesan rizgar kiriye. Berpirsyarekî ku nexwast navê xwe bide anî ziman ku 147 kesên hatine xilas kirine birine navenda binçavkirinê a baytexta Trablusê.

Tê gotin ku koçberên di keştiyê de ji Afrîqa, Pakîstanê, Surye, Fas û Bangladeşê ne û ekîbên ewlekariya qeraxê derbarê operasyonên xwe de agahî nedane. Li nêzî sînorê Tunusa Lîbiya yê bajarê Zuvara bûye navendê qaçaxên ku biçin Îtalya yê.

Îsal 2 hezar û 300 kesan dema ku dixwastin biçin Ewropayê keştî noqî avê bû û di encamê de mirin. Hêjmarê salên borî jî wiha ne 3 hezar û 279 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

(rc)