Tracie Leost ji bo jinên winda dest bi meşê kir

13:46

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kanadayê Tracie Leost a 16 salî ji bo jinên di welat de bi awayê herî hovane hatîn winda kirin û qetilkirin 100 kilometre dimeşe.

Ji sala 1980'an heya niha li Kanadayê ji 200'î zêdetir jin û keçên herêmê hatin windakirin. Li gel şiyariya NY' yê jî hikumeta Kanadayê girêdayî mijarê ti agahiyan nade. Li gorî nûçeya CBC News ê li Kanadayê dê xwendekara lîsê Tracie Teost a 16 salî ji bo jinên hatî winda kirin 100 kilometreyan bibeze. Tracie duh dest bi meşê kiriye. Li lîseya Tracie ya lê xwendî gelek jin hatine windakirin, lê dewlet faîlên wan diyar nakin.

Ji bo jinên hatine windakirin 100 kilometre dê bimeşe

Tracie ji bo avakirina diferqêdebûnê biryar da ku 100 kilometre bibeze. Ji bo jinên hatine windakirin ser medyaya civakî kampanya bê destpêkirin Tracie pere komkiriye. Tracie duh ji bajarê Lake Manitobayê dest bi meşê kir. Tracie ya ku heya bajarê Winnipeg meşiya got: "Ji her temenî jinên winda hene, lê piraniya wan di temenê min de ev yek min gelek nerihet dike. Vê yekê jiyana zarokên keçan ji wan diziye."

(zt/ch)