Li Peruyê 5 gorên komî yên cuda tên vekirin
12:21
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Perûyê ku di şerê navxweyî de zêdeyî 15 hezar mirov winda bûn û weke welatekî gorên komî tê naskirin, 5 gorên cuda yên bi dehan mirov lê hatin binaxkirin, hate dîtin.
Di daxuyaniya Wezareta Cemaweriyê ya Perû de hat ragihandin ku li herêma Chûngûî ya li başûrê rojhilata welat e, 5 çalên cuda yên gelek kes lê hatine binaxkirin, hate dîtin. Hat diyarkirin ku yek ji çalên li gundê Oronccoy hatiye dîtin gora komîye û tevî çalên din dibe ku hestiyên 60 kesan bên dîtin. Hestiyên di van çalan de ku hê nehatine derxistin, tê texmînkirin ku yên 60 kesên di sala 1985'an de hatine qetilkirin e.
Di şerê navxweyî de 15 hezar mirov winda bûne
Li gor agahiyan di Çileya 1985'an de di navbera gerîlayên Rêya Ronî û hêza polîsên taybet Sînchîs de li herêmê şer derketiye û ev kes ji aliyê Sînchîs ve hatine qetilkirin. Wezaretê da zanîn ku ji ber zor û zehmetiyên xwegihandina gora komî, ew ê hestiyan piştî 28'ê Tebaxê derxînin. Li Perû, şerê di navbera gerîlayên Rêya Ronî ya bi rêberiya Abîmael Gûzman ê ji sala 1992'an û vir ve di girtîgehê de ye û artêşa Perûyê de, di navbera salên 1980-2000'î de dewam kiribû. Di dema vî şerê navxweyî de ku 70 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 15 hezar kes jî winda bûbûn.
Li welat 4 hezar gorên komî tên dîtin
Di encama xebatên komîsyona Lêkolîna Rastiyan û Lihevkirinê ya piştî şerê navxweyî hat avakirin de, derketibû holê ku li welêt bi qasî 4 hezar gorên komî hene. Çend hefte beriya niha, hestiyên 60 kesên di goreke komî ya di sala 2013'an de hatibû dîtin hatin derxistin û piştî tespîta nasnameyê, radestî malbatan hatibûn kirin.
(zt/ch)