Li Afrika yekem radyoya jinan vedibe
11:58
Tebax
20
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nijeryayê bi navê WFM weke radyoya jinan li Afrika vedibe.
Li gorî nûçeya rojnama City People ya Nijeryayê bi navê WFM yekem car wek radyoya jinan vedibe. Li Afrika destur hat dayîna vekirina radyoya jinan a yekem. Rêvebera radyoyê dê jina rojnameger Toun Okewaile Sonaiya be. Dê radyo bi alîkariya Bijîşka Welidandinê Tunde Okewale ya li Nexweşxana St. Ives ê kar dike bê vekirin.
Dê di radyoyê de nûçeyên bi nêrîna jinan ên aborî, siyaset, spor, nûçe û lîstok bên weşandin.
(zt/ch)