Ketina mêran a vî gundî qedexe ye!

11:56

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Umajoyê ya ku 15 jin ji aliyê leşkerên Îngîlîz ve hatine tecawûz kirin, niha 47 jin û 200 zarok lê dijîn. Jinên ku ketina mêran a li gund qedexe kirine, bi çandinî, sewal xwedî kirin û bi tûrîzmê jiyana xwe didomînin.

Jinên ku ji ber tundî û tacîzê zayendî a mêran ji Kenyayê revîne, li gundê Umajoyê ya herêma Samburu yê jiyan dikin. Gund ji aliyê jinan ve sala 1990'an de hatiye avakirin û ketina mêran qedexe ye. Li gundê ku tenê jin dijîn û ketina mêran qedexeye niha 47 jin û 200 zarok lê jiyana xwe didomînin. Parezvanê Mafê Jin a Îngîlîz Julîe Bîndel gund ziyaret kir û nêrînê xwe bi rojnameya The Guardîan re parve kir.

15 Jinên ku bibûn mexdûrê tecawûzê bingeha avakirina gund avêtin

Bingeha gundê Umajo di salên 1990'an de 15 jinên ku ji ber tecawûzkarên leşkerên Îngîlîz reviyan ve hat avêtin. Nûfûsê gund, bi jinên ku rastî şîdeta fîzîkî û zayendî tê, zarokên jin ên ku bi zorê xwestine bidin zewicandin û her wiha jinên ku tên sinetkirin her ku diçe zêde dibe. Serok û avakerê gund Rebecca Lolosolî diyar kir ku ew piştî rastî şîdeta komek mêr hatiye demek dirêj li nexweşxanê maye û xeyala 'avakirina komînek a jinan kiriye'. Di nava civaka Kenyayê ya ku zîhniyeta baviksalarî lê hakîme, jin bi wê zanistiyê dikeve rê û ji salên 90'an de heya roja îro sistema jiyana xwe bê ku mêr hebin avakirine û domandine.

Jin perwerdeyên ku zanistiyê wan bi hêz bike dibînin

Jinên ku li gund dijîn piraniya wan bi çandinî û sewal xwedî kirinê re debara xwe dikin di heman demê de ji bo turîstên ku tên herêmê zêr û ziber û tiştên xemlilandinê çêdikin. Serokê gund di navberan de diçin herêmên turîstan û amûrên ku amede kirine difroşin turîstan. Zarokên ku li qebîlê dijîn û wiha debara xwe dikin, ji tundî, cudakarî û şîdetê dûr mezin dibin. Seroka gundê Umoja û hin tecrûbevanên kabîlê car caran diçin gundê dora Samburu û bi jinên wan re li ser mijarên wek, zewacên temenê biçûk û sûnetê jinan perwerde didin. Qebîle bi vê taybetmendiya xwe jinên herêmê bandor dike û bingeha pêşxistina zanistiya jinan ava dike.

Ketina mêran a vî gundî qedexe ye!

Li gund jî nûfusa jinan zêdetir zarok lê dijîn. Li ser pirsa Julîe Bîndel ya 'eger ketina mêran a gund qedexe ye çawan ewqas zarok çêdibin' wiha bersivand: "Jin dema ku diçin dervî gund bi mêran re dem derbas dikin.'' Jinan rûxmî ku li dijî zewacê ne, ji bo hebûna xwe bidomînin zarokan çêdikin. Ketin û derketina mêrek tenê li gund ne qedexe ye. Mêrê bi navê Loutukoi bi xwedî kirina sewalan re mijûl dibe. Jinan anî ziman ku jinên li gund dijîn xwe di nava ewlehiyek mezin de dibînin û yek ji jinên gund xeyalê ku bi mêrek re bizewice nake.

(rc/ch)