Li Çînê di encama teqînê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan

10:52

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber teqîna li bajarê Tîanjîn ê Çînê herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, 300 kes birîndar bûn.

Li bajarê Çîn Tîanjînê, ji ber teqîna duh danê êvarê rû da 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 300 kes birîndar bûn. Organên çapemeniyê yên fermî ragihandin ku ji ber şewitîna depoya ji madeyên şewatok a li bendergehê, teqînê rû daye. Hat gotin ku rewşa tenduristiyê ya 32 ji 300 birîndaran xetere ye. Rayedarên nexweşxaneyên birîndar lê tên dermankirin da xuyakirin ku piraniya mirovên birîndar ji ber cam an jî parçeyên mîna wê li wan ketine, birîndar bûne. Serokdewletê Çînê Xî Jînpîng banga alîkariya ji bo mexdûran û tevlîbûna li karê vemirandina şewatê kir.

(zt)