Rejîma İranê yek jê jin 10 kesên din darve kir
12:27
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Îranê ya ku politikaya xwe ya darvekirinê berdewam dike di navê de yek jin jî heyî 10 kes darve kirin.
Li gorî agahiyên aktîvîstên Mafê Mirovan ên Îranê diyarkirî yek jin jî di navê de 10 kes hatin darvekirin. Aktîvîstan dan zanîn ku di nava girtiyên di roja duşemê de hatî darvekirin Fatime Hedadî ya 39 salî jî heye. Fatime zewiciye û keçek wê ya 8 salî heye. Fatime li girtîgeha Goherdeş a bajarê Kerecê ji aliyê Rejîma Îranê ve hat darvekirin, cenaze hîna li morga Kerecê dimîne û nehatiye dayîna malbatê.
Her wiha aktîvîstan destnîşan kirin ku li Girtîgeha Kereca Tahtanê 9 mêrên girtî jî hatine darvekirin. Polîtîkaya Rejîma Îranê ya darvekirinê hê berdewam dike. Hat zanîn ku di rojên pêş de dê jina bi navê Ekrem Mehdewî ya ku 12 salin girtiye jî darvebikin. Di 9'ê Tebaxê de jî girtiyê Kurd ê siyasî Sirwan Nejawî yê ku li Girtîgeha Tebrîzê dihat girtin darvekirin. Aktîvîst û rêxistinên Mafê Mirovan ên Îranê nerazîbûnên xwe yên li hember darvekirinan anîn ziman û banga hestiyariyê li raya giştî kirin ku li hember polîtîkayên darvekirinê bêdeng nemînin.
(zt/ch)